"Amerîka nêzîkî rêxistina terorê bû û niha jî devjêberdan zehmet e"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Em dibînin ku di vekişînê da zehmetiyên Amerîkayê hene. Ji ber ku zehf nêzîkî rêxistina terorê bûn niha jî devjêberdan zehmet e."

Çavuşoglu der barê "Geşedanên Dawîn Yên Polîtîkaya Derva Ya Tirkiyeyê" da Komîsyona Karên Derva ya Meclisê agahdar kir.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê wiha got: "Em dibînin ku di vekişînê da zehmetiyên Amerîkayê hene. Ji ber ku zehf nêzîkî rêxistina terorê bûn niha jî devjêberdan zehmet e."

Çavuşoglu der barê mutabaqata Îdlibê da destnîşan kir heta niha di bicîanîna mutabaqata Îdlibê da pirsgirêk derneketiye û got ku em hêvî dikin ji vir pê da jî pirsgirêk dernekeve.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê meseleya Qibrîsê da diyar kir di pêvajoya meseleya Qibrîsê da ji ber hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê vê gavê destpêkirina mizakereyan mimkûn nîne.

Mevlut Çavuşoglu wek mayîn destnîşan kir îsal çareseriya ji bona meseleya Yêmenê wê di nav rojeva Tirkiyeyê ya girîng da be.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 11:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE