Amerîka serokê xwe yê nû kifş dike

Li Amerîkayê encamên hilbijartina serokatiyê ya 59emîn a ku Donald Trumpê Komarparêz û Joe Bîdenê Demokrat reqîb in, tên eşkerekirin.

Amerîka serokê xwe yê nû kifş dike

Li Amerîkayê di hilbijartina serokatiyê ya 59emîn da Donald Trumpê Komarparêz li eyaleta Kentuckyê û Joe Bîdenê Demokrat jî li ya Vermontê bi ser ketin.

Şêniyên New Yorkê der barê hilbijartina serokatiyê da ji AAyê ra qala bendewariyên xwe kirin.

Li gor encamên nefermî yên ku ajansa nûçeyan a Associated Press (AP)ê weşand Serokê Amerîkayê Trump ji sedî 53,7 rayên li Kentuckyê qezenc kir.

Jimartina rayan dewam dike û Trump ji sedî 53,7an va li hemberî Bîdenê ji sedî 44,8 ray hilda va bi ser ket û hilbijartinê qezenc kir.

Lê li eyaleta Vermontê jî Bîden ji sedî 62,7ên rayan hilda û li hemberî Trumpê ji sedî 37,3 ray hildabû bi ser ket.

Di encama hilbijartina li van herdu eyaletan da Trump 8 deleqeyên li Kentuckyê û Bîden jî 3 delegeyên li Vermontê qezenc kirin.

Di hilbijartina serokatiyê ya Amerîkayê da ji namzedan kîjan ji 538 delegeyan ji nîvî yek zêdetir ku ew 270 ye qezenc bike ew biser dikeve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE