"Amerîka wê ji hemû encamên maceraperestiya xwe ya rêbirînê berpirsyar be"

Zarîf ji ser hesabê xwe yê Twîtterê bo Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ye û li Bexdayê di êrîşa Amerîkayê hat kuştin da daxuyanî da.

"Amerîka wê ji hemû encamên maceraperestiya xwe ya rêbirînê berpirsyar be"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf der heqê Qasim Silêmanî ku di êrîşa Amerîkayê hat kuştin da daxuyanî da û got: "Amerîka wê ji hemû encamên maceraperestiya xwe ya rêbirînê berpirsyar be."

Zarîf ji ser hesabê xwe yê Twîtterê bo Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ye û li Bexdayê di êrîşa Amerîkayê hat kuştin da daxuyanî da.

Wezîr Zarîf çalakiya Amerîkayê wek "terorîzma navneteweyî" bi navkir û destnîşan kir ku Qasim Silêmanî li herêmê bi rêxistinên terorê yên wek DEAŞ, El Qaîde û Nûsrayê ra têkoşîneke berbiçav dida.

Wezareta Parastina Neteweyî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Fermandarê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendis di êrîşa li Balafirgeha Bexdayê da hatin kuştin.

Artêşa Mihafizên Şoreşê jî pesend kiribûn ku general Silêmanî di êrîşa Amerîkayê da hatiye kuştin.

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2020, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE