Amerîkayê ji bo perçeyên F-35an wê bi şirketên Tirk ra hevkariya xwe bidomîne

Maxwellê got çêkirina 139 perçeyên balafira F-35an a ku şirketên Tirk wan çêdikin wê di sala 2022an da dewam bike.

Amerîkayê ji bo perçeyên F-35an wê bi şirketên Tirk ra hevkariya xwe bidomîne

Wezareta Parastina Amerîkayê  (Pentagon) daxuyand ji bo perçeyên Balafira Êrîşê ya Hevpar F-35an ewê heta sala 2022an bi şirketên Tirk ra bixebitin.

Yek ji Berdevka Pentagonê Jessica Maxwellê der barê mijarê da pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.

Maxwellê got çêkirina 139 perçeyên balafira F-35an a ku şirketên Tirk wan çêdikin wê di sala 2022an da dewam bike.

Maxwell wiha axivî: "Şîrêkên me yên pîşesaziyê wê peymana xwe bidomînin. Bernameya F-35ê di vê mijarê da hewl da ku ji betalkirina peymanên belahewa û yên pergalê xirab dikin dûr bisekine."

Turkiyeyê dema ku ji Rûsyayê pergala parastinê S-400an stendibû, Amerîkayê jî par di meha tîrmehê da hevkariya xwe ya Turkiyeyê ya ji bo F-35an dabû rawestandin. Lê ji bo çêkirina perçeyên wan Amerîkayê bi şirketên Tirk ra peymanên xwe betal nekiribû û destûr dabû wan ku ew heta dawiya salê karê xwe bidomînin.

Ji ber vîrusa koronayê ya nû çêkirina perçeyên F-35an jî rawestiyabû û pirsgirêk çêbûbûn.

Şirketên Tirk ji bo F-35an ji hezarî zêdetir perçeyan çêdikirin.

Turkiyeyê gotibû ewê 100 balafirên F-35an bikire lê milkiyeta 6 balafiran dewr hildabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE