Amerîkayê piştgirî da "peymana agirbesta Îdlibê"

"Em bi hêviya ku wê qeyrana mirovahî ya li Îdlibê kêm bibe, piştgiriyê didin agirbesta di navbera Tirk-Ûris da"

Amerîkayê piştgirî da "peymana agirbesta Îdlibê"

Rêveberiya Amerîkayê ji bo peymana agirbesta Îdlibê ya di navbera Rûsya û Turkiyeyê da pêk hat ragihand ku ji bo daxistina qeyrana mirovahî û berterefkirina rewşa bitalûke ew gaveke hêvîdar e.

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo peymana agirbesta ku di mijara Îdlibê da hat kirin daxuyaniyeke nivîskî da nûçegihanê AAyê.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em bi hêviya ku wê qeyrana mirovahî ya li Îdlibê ji ber êrîşên hêzên Hizbullah, Îran, Rûsya û rejima Esed dibin ser herêmên sivîl diqewime wê kêm bibe û rewşa bitalûke ya li Îdlibê bê berterefkirin piştgiriyê didin agirbesta di navbera Tirk-Ûris da pêk hat."

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Amerîka bi Tirkiyeya mutefîqê NATOyê ye ra ji bo hûrgiliyên peymanê li benda hevdîtinê ye û wiha hat domandin: "Niha êdî qismê herî muhim ew e ku gelo Esed û piştgirên wî wê li gor vê peymana ku agirbestê rewa dibîne tevbigerin yan na."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE