"Armanca me em hêza kirînê ji ya berê baştir bikin"

Serok Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi parlementeran re civiya û gotarek pêşkêş kir.

"Armanca me em hêza kirînê ji ya berê baştir bikin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em nuha derbasî asta nû dibin. Armanca me em hêza kirînê ya welatiyan ku ji ber fahîşane zêdebûna buhayan û enflasyona bilind paş ketibû, ji berê baştir bikin."

Serokomar Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi parlementeran re civiya û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di deatpêka axaftina xwe de hêviya wê yekê kir ku meha remezanê bibe wesîleya xêrê û got, "Emê ti carî ji biryara xwe ya ku emê Tirkiyeyê bikin 1 ji mezintirîn ekonomiya cîhanê. Em vê hedefê weke sêvasor a nû ya gelê xwe dibînin."

Serokomar Erdogan anî ziman ku ewê him nehêlin welatî di bin enflasyonê de biperçiqin û him jî ewê rêbazeke ku wan ji hedefên xwe yên aboriyê dûr nexe ji nava vî karî derkevin û wiha pê de çû:

"Em nuha derbasî asta nû dibin. Armanca me em hêza kirînê ya welatiyan ku ji ber fahîşane zêdebûna buhayan û enflasyona bilind paş ketibû, ji berê baştir bikin. Duhê hevalên me ji bo teslîmkirina helîkopterên Atakê çûn Filîpînan. Bi fikirin em di çi rewşê de bûn û nuha em helîkoptêran îxrac dikin."

Erdogan herwiha got, "Tiştê ku nekarîn bi wesayetê, bi rêxistinên terorê, bi derbeyan bikin, xwestin ku ji ser aboriyê bikin, deynê me yê namûsê be, emê hesabên wan ên 2023yan têk bidin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE