"Armanca me ew e ku di vê qadê da Turkiye bibe xwedî hêzeke xurt"

Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Armanca me ew e ku di vê qadê da Turkiye bibe xwedî hêzeke xurt"

"Armanca me ew e ku di vê qadê da Turkiye bibe xwedî hêzeke xurt"

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank daxuyand trêna bi ceyranê ya neteweyî îro piştî testên fabirqeyê wê di dawiya tebaxê da dest bi testên rê bike.

Varank li fabrîqeya Şirketa Hevpar a Pîşesaziyê ya Vagonê ya Turkiyeyê (TUVASAŞ) ya li Adapazariyê beşdarî merasima Testên Fabrîqeyê ya Setên Trêna Biceyran a Neteweyî bû.

Wezîr Varank behsa çêkirin û ceribandina trêna biceyran a neteweyî kir got ev rojeke dîrokî ye û wiha axivî: "Trêna me di dawiya gulanê da dakete ser rêhesinê, şikir ji îro pê va ceribandinên fabrîqeyê dest pê dikin. Piştî testên fabrîqeyê di dawiya meha tebaxê da wê dest bi testên rê bike."

Varank got li dinyayê hecma bazarê ya salane ya qada pergalên rêhesinî qasî 160 milyar ewro ye, ewê hê mezintir be û armanca wan ew e ku di vê qadê da Turkiye bibe xwedî hêzeke xurt

- "Armanc ew e ku ev zêdebûn mayînde be"

Der barê zêdebûna endeksa pêbaweriyê ya aboriyê de jî Varank wiha got: "Di hemû qedemeyên jêrîn ên endeksê da zêdebûneke xurt heye. Armanc ew e ku ev zêdebûn mayînde be."

- "Dema em bixwazin em dikarin bi rûhê seferberiyê tiştê ku kes nikare bike, bikin"

Wezîr Varank behsa vîrusa koronayê jî kir û got heyameke zehmet li dû ma û wiha axivî: "Bi vê şewbê va me vê tiştê jî dît ku dema em bixwazin em dikarin bi rûhê seferberiyê tiştê ku kes nikare bike em dikarin bikin û bi ser bikevin. Cîhaza bêhnstendinê ya ji bo lênêrîna awarte ji van yek e. Di qada kîtên teşhîsê, aşî û dermanan da jî projeyên kelecanê didin me dewam dikin. Di dema şewbê da jî fabrîqe vebûn û miteşebisên me yên wêrek ên li dû karên xwe ketine hene."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE