"Armanca me ew e mafê karkeran ê tazmînata qidemê sîstemeke mayînde ava bikin"

Serokomar Erdogan: "Armanca me ew e mafê karkeran ê tazmînata qidemê ji însafa hin kesan ra nehêlin û sîstemeke mayînde ava bikin."

"Armanca me ew e mafê karkeran ê tazmînata qidemê sîstemeke mayînde ava bikin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona tezmînata qidemê wiha got: "Armanca me ew e mafê karkeran yê tazmînata qidemê ji însafa hin kesan ra nehêlin û sîstemeke mayînde ava bikin."

Erdogan ji Qesra Vahdettîn bi weşana zindî beşdarî Merasima Tunêla Byê ya Xeta Derşarja Kûr û Projeya Parastina Hawirdora Ergeneyê bû ku li Tekirdagê hat lidarxistin.

Serokomar Erdogan diyar kir mixabin rêvebiriyên herêmî yên li herêmê bi salan di mijara parastina vê hewzeyê da (Ergene) hesasiyeta ku hewce dikir nîşan nedan û got ku ji bona pêşî li ber vê rewşa xerab bê girtin me Plana Xebatê ya Hewzeya Ergeneyê hilda dewreyê.

Erdogan destnîşan kir ji 25 projeyên avdanê ku wê qadeke milyonek û 238 hezar dekarî pê bê avdan 24 proje di xizmetê da ne.

Serokomar Erdogan diyar kir tesîsên dapalandinê yên Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Çorlu 1ê û Ergene 1ê di Tebaxa were da wê werin vekirin û wiha got: "Em ê Tesîsa Dapalandinê ya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Ergene 2yê îsal temam bikin."

Erdogan got ku di warê çêkirina makîneyên vekirina tunêlan da Tirkiye li dinyayê yek ji wan 8 dewletan e ku dikare van makîneyan çêke.

Serokomar Erdogan der heqê Plana Xebatê ya Hewzeya Ergeneyê da got ev plan ku hemû saziyên kamuyê yên eleqedar beşdar bûn me bi mesrefeke qederê 2,5 milyar lireyî bi biryardarî bi cî anî.

Erdogan diyar kir bi temamkirina tunêla din ya projeya Ergeneyê projeyeke hawirdorê ya Ewropayê ya herî mêzin çêdikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir bi van veberhênanan wê kalîteya ava Çemê Ergeneyê zêde bikin da ku aveke pak biherike.

Erdogan diyar kir di heyama şewbê da piraniya tesîsên wan yên pîşesaziyê hilberîna xwe domandin û got ku ez bawer dikim ku em ê di demeke kurt da qeybên xwe yên di pêvajoya şewbê da telafî bikin.

Serokomar Erdogan diyar kir digel şewbê di 5 mehên ewil da li herêmên pîşesaziyê yên organîze 520 fabrîqeyên nû hatin vekirin û got em li bendê ne ku di herdu çaryekên dawîn ên salê da bigihêjin rêjeyên mezinbûnê yên xurt.

Serokmar Erdogan diyar kir hemû nîşaneyên pêşîn rayê didin ku welatê wan li ber pêşketineke girîng e û wiha got: "Ji veberhênanê bigire heya pêşketin, hilberîn û îstixdamê em ê dev ji hedefên xwe bernedin. Ez bawer dikim ku em ê tiştên me ji ber pêvajoya nexweşiya di Adarê da dest pê kir, di Nîsanê da giraniya xwe nîşan da, di Gulanê da sivik bû dabûn der di demeke kin da telafî bikin."

Erdogan der barê tezmînata qidemê da wiha got: "Em dixwazin pirsgirêkên karsaz û karkeran bi temamî çareser bikin. Mijara tezmînata qidemê jî yek ji wan e. Armanca me ew e mafê karkeran yê tazmînata qidemê ji însafa hin kesan ra nehêlin û sîstemeke mayînde ava bikin. Sendîkayên karsazan û sendîkayên karkeran, werin ba hev vê mijarê (tazmînata qidemê) di navbera hev da çareser bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE