Arslan wekî Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn hat hilbijartin

Li gor encama hilbijartinê Zuhtu Arslan wê 4 salên din jî wezîfeya Serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn(AYM) birêva bibe

Arslan wekî Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn hat hilbijartin

Zuhtu Arslan careke din wekî Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn hat hilbijartin.

Li gor agahiyên hatin hildan ji ber ku qewlê wezîfeya Zuhtu Arslan diqediya ji bo hilbijartina serokê nû duh hilbijartin hat kirin lê ji namzedan tu kesî rayên hewce dikirin hilnedan û ji ber vê jî hilbijartinê îro jî dewam kir.

Di hilbijartina îro hat kirin da ji 15 endamên 9 endam raya xwe dan Zuhtu Arslan û ew ji bo Serokatiya Dadgeha Makezagonê careke din hat hilbijartin. Ji namzedên din Ridvan Guleç 5 ray û Kadîr Ozkaya jî rayek hilda.

Bi encama hilbijartinê Arslan 4 salên din jî wê wezîfeya Serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn birêva bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE