"arşîvên hemû saziyan êdî bi awayekî navendî tên birêvabirin"

Serok Erdoğan sempozyûma arşîvan a dewletê de axivî...

"arşîvên hemû saziyan êdî bi awayekî navendî tên birêvabirin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê îdiayên qirkirina qaşo ya Ermeniyan da got: "Ji bo herkesên ku armanca wan peydakirina heqîqetê ye deriyên arşîvên me heta dawiyê vekirî ne."

Ji axaftina Serok Erdogan:

"Dîmenê 33,5 milyon belge û 8 milyon lênûskên di arşîva Osmaniyan da, dîmenê 19 milyon belge û 2 milyon lênûskên di arşîva Komarê da jî hatiye dijîtalkirin.

Ji bilî Parlemento û Îstixbaratê arşîvên hemû saziyan êdî bi awayekî navendî tên birêvabirin. Em ê ji niha pê va belgeyên dewleta xwe bi hesasiyeta ecdadê xwe biparêzin û binirxînin.

Armanca kesên ku dijî Tirkiya Osmanî şer vekirin parastina alfabe û Tirkiya me ya îro nîne. Berevajiyê vê armanca sereke ew e ku hemû pêwendiya gelê me bi rabirdûya wê ra qut bike.

Piştî damezrandina komara me di heyama yek partiyê da ji bo ku têkiliya gelê me ji rabirdûya wê bê qutkirin polîtîkayake gelekî şaş hatiye meşandin. Nêrîneke bêwec a dixwaze ku Osmaniyan red bike, Selçûqiyan nebîne, bibe dijminê şaristaniya Îslamê û dîroka Tirkan di dîrokeke teng da hepis bike hatiye derxistin.

Ne tenê ji bo li ser dîroka Osmanî baş bixebitin ji bo ku li ser dîroka Komarê jî xebatên baş bên kirin lazim e ku Tirkiya Osmanî bê zanîn. Ji ber ku ji Xazî Mustafa Kemal heta Îsmet Înonu, ji Celal Bayar heta Kenan Evren qismeke girîng a mirovên dewletê yên heyam Komarê jî notên xwe bi Tirkiya Osmanî girtine.

Eşkere ye ku 25 sal berê li Ruandayê di komkujiya 800 hezar mirovî da kî hatine kuştin û kiryarên wê Fransiz in. Fransiz radibin dersê didin me.

Gava hûn binê qetlîam, komkujî, êşkence û miemeleyên ne mirovî bikolin hûnê rastî wan kesên ku îro li hemberî me dikin qêrîn û dibêjin 'komkujî, demokrasî û azadî' werin.

Hemû kesên ku ji ser mijara Ermeniyan û têkoşîna dijî terorê hewl didin ku dersa mafên mirovan û demokrasiyê bidin Tirkiyeyê xwedî rabirdûyeke xwînî ne.

Heta roja îro tu kom û dewletên ku bi meseleya Ermeniyan radibin û rûdinên, îdiayên xwe bi belgeyên arşîvê va neselimandine.

Em dizanin ku tu derdekî wekî heqîqetê yên kesên ku bi îdiayên komkujiya qaşo ya Ermeniyan tevliheviyê derdixînin tune."AA

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE