Artêşa Amerîkayê yekîne şand bakurê Sûriyeyê

Artêşa Amerîkayê ya ku dema Herekata Kaniya Aştiyê da ji bakurê Sûriyeyê paşvekişabû ji nû va yekîneyeke biçûk şand başûrê Eynelerebê

Artêşa Amerîkayê yekîne şand bakurê Sûriyeyê

Artêşa Amerîkayê ya ku dema Herekata Kaniya Aştiyê da ji bakurê Sûriyeyê paşvekişabû ji nû va hin hêmanên xwe xiste herêmê.

Bi lîvdariya ku pêr dest pê kir biqasî 30 eskerên Amerîkayê bi 8 wesayîtên bizirx da hatin baregeha Til Baydarê ya li başûrê rojavayê navçeya Qamişloyê. Amerîka dema ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir wekî baregehên din ev baregeh jî vala kirbû.

Eskerên Amerîkayê yên ku îro ji Til Baydarê bi wesayîtan derketin rê bi TIRên vala yên di konvoyê da li ser rêbeja M4 gihaştin Til Temir û Eyn Îsayê.

Dema derbasbûna eskerên Amerîkayê da hêmanên rejimê yên li ser rêya M4ê paş vekişiyan.

Eskerên Amerîkayê yên ku ji Eyn Îsayê rêya xwe da çûn gihaştin bajaroka Sirînê û li wir sekinîn.

Sirîn li başûrê Eynelereba li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê cî digire.

Li Sirîna ku biqasî 30 kîlomêtro dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û li gundê Sebîta nêzî wê baregehên Amerîkayê hebûn. Amerîkayê dema Herekata Kaniya Aştiyê da ev baregeh vala kirbûn.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2019, 16:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE