Artêşa Azerbaycanê di operasyona ji bo axa xwe ya dagirkirî rizgar bike da destpêkirin da 250 tank û wesayîtên bizirx ên artêşa Ermenistanê îmha kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbaycanê artêşa Azerbaycanê pêşva diçe û hin mewziyan ji hêzên Ermenistanê paqij kir.
Gelek eskerên Ermenistanê hatin berterefkirin, çek û muhîmatên wan jî hatin îmhakirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: Artêşa Azerbaycanê di navbera 27ê Îlonê-7ê Cotmehê da 250 tank û wesayîtên bizirx, pergala top û moşekan, 60 pergala parastinê ya esmanî, 11 cihên çavdêrî û rêvebirinê, 8 depoyên muhîmatê, 150 kamyon û wesayîtên eskerî, pergaleke S-300î yên Ermenistanê îmha kirin.AA