Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê li îstiqametên cuda yên eniyê bi şev heta destê sibê gule berdan eskerên Azerbeycanê û waran, artêşa Azerbeycanê jî gelek zeyîat da hêzên Ermenî.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, pevçûn herî zêde li eniyên Aqdam, Xocawend û Aqdereyê dewam dikin.
Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê li hin herêmên eniyê personel û techîzatên xwe dan der û ji mecbûrî paşvekişiyan, enî di kontrola artêşa Azerbeycanê da ye.
Ji alî Aqdereyê va bi ser kozikên Lîwaya Muhrip a Çiyaya 5emîn a Ermenistanê da top avêtin û çend wesayît û topên hewanê hatin îmhekirin.
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Artêşa mizefer ya Azerbeycanê Yukari Veysellî, Yukari Seyîtahmetlî, Gorgan, Uçuncu Mahmutlu, Gacar û Dîvanalilara gundên Fuzûliyê, Yukari Mezre û Yanarhaca gundên Cebraîlê, Gezyan, Balasoltanli û Merdanliya gundên Qubadliyê, Beşdeliya gundê Zengilanê, Karabulak û Moşhmaata gundên Hocaliyê û Atagut û Tsakuriya gundên Hocawendê ji dagiriyê rizgar kir. Her bijî artêşa Azerbeycanê. Qerebax Azerbeycan e."
Artêşa Azerbaycanê di operasyona ku 27ê Îlonê li Qerebaxa Çiyayî da destpêkirin da heya niha 4 navêndên bajêr, 3 bajarok û ji 200î zêdetir gund û girên girîng ji dagiriya Ermenistanê rizgar kiriye.
AA