Artêşa me ji bo herekata sêyan amade ye

Piştî ku bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê Artêşa me li dervayê sînor bi ser ket nika jî amadehiyên ji bo rojhilatê Feratê hatin temamkirin

Artêşa me ji bo herekata sêyan amade ye

Piştî ku bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê artêşa meê li dervayê sînor bi ser ket nika jî amadehiyên ji bo rojhilatê Feratê hatin temamkirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê û ber hev kir, Tirkiye ne bi tenê li nav sînorên welêt li dervayê sînor jî têkoşîna dijî terorê dimeşîne. Tirkiyeyê di çarçoveya mavê midafayê ya li gor xala 51î ya Peymana Neteweyên Yekbûyî da ji bo ewlehiya sînor pêk bîne, bi taybetî DEAŞ li dijî rêxistinên terorê li bakurê Sûriyeyê terorîstan berteref bike di 24ê tebaxa 2016an da Herekata Mertalê Feratê da destpêkirin.

Di roja ewil a operasyonê da Tirkiyeyê Cerablûsa li hemberî Karkamişa navçeya Gazîentabê, di 23yê sibata 2017an da jî navçeya Babê ji DEAŞê xilas kir û 2 hezar û 55 mêtreqere erdê di navbera herdu navçeyan da di nav 217 rojan da ji terorîstan paqij kir.

Di nav koalisyonê da artêşa me bi tena serê xwe bi Herekata Mertalê Feratê li dijî DEAŞê têkoşîn da, di nav 7 mehan da ji 3 hezarî zêdetir endamên DEAŞê berteref kirin. Bi vî awayî pêvajoya serobinobûna rêxistina terorê dest pê kir û gelê herêmê ji tehdîdan hat xilaskirin.

Bînalî Yildirimê Serokwezîrê heyamê di 29ê adara 2017an da diyar kir ku herekat hat temamkirin, yekîneyên artêşa me û Artêşa Azad a Sûriyeyê ji bo ewlehiya herêmê pêk bînin û gelê herêmê vegerê cî û warên xwe xebat meşandin.

Di vê çarçoveyê da bi hezaran polêsên li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin dest bi wezifeyê kirin. Ji bo jiyan vegere halê normal Tirkiyeyê piştgirî da xebatên ji bo tenduristî, perwerde û xizmetên din, bi saya Tirkiyeyê hejmara herêmê derkete 2 milyonî.

- Hedefa paşê hêlîna terorê yên li Efrînê

Piştî ku Herekata Mertalê Feratê bi serkefît hat temamkirin jî Tirkiyeyê hêlînên terorê yên herêma Efrînê xiste hedef.

Artêşa me jji bo li hidûd û herêmê ewlehiyê pêk bîne, terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê berteref bike, gelê herêmê yê dost û bira ji zexta terorîstan xilas bike di 20ê rêbendana 2018an saet 17.00an da Herekata Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin.

Herekat wekî hincet, şert û mercên Herekata Mertalê Feratê hat kirin û dîsa rêz nîşanî yekîtiya erdên Sûriueyê dan.

Di çarçoveya Herekatê da ji 4 hezar û 500î zêdetir terorîst hatin berterefkirin, ji 200î zêdetir wargeh ji rêxistinên terorê hatin safîkirin û li 2 hezar kîlmêtreqere erdî kontrol hat bidestxistin.

Piştî herekatê saziyên alîkariya mirovahiyê yên Tirkiyeyê alîkariya însanî birin herêmê. Bi saya pêbaweriya Artêşa me û AASyê pêk anîn ji 20ê adara 2018an pê va gel vegeriya malên xwe. Di nav salekê da herjimara Efrînê ji 350 hezîr zêdetir bû.

Tirkiyeyê piştî operasyonê li Efrînê piştgiriya zîraet, pîşesazî, çand, bazirganî, spor, tenduristî û perwerdeyê da 7 meclisên li navenda bajêr û bajarokan hatin avakirin. Bi piştgitiyên hatin dayîn va gel dest pê kêr herêma xwe bi xwe îdare kir.

Artêşa me nika jî ji bo li rojhilatê Feratê herekateke teze bide destpêkirin amadehiyên xwe temam kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE