Bataryayên obusê yên Artêşa Tirkiyeyê kozikên YPG/PKKya rêxistina terorê bombebaran kirin.
Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê, herêma Zor Magarê ku dikeve rojavayê navçeya Ayn El Araba li ser Helebê kozikên YPG/PKKya rêxistina terorê bombebaran kirin.
Herêma Zor Magarê dikeve aliyê rojhilata Çemê Feratê û sînorê Tirkiyeyê bi girên herêmê va dixûyên. Di çarçoveya astengkirina fealiyetên rêxistina terorê da Artêşa Tirkiyeyê top avêtin herêmê.
Li gor ragihandina çavkaniyên herêmî, Artêşa Tirkiyeyê sîper û kozikên ku rêxistina terorê li ser girê Zor Magarê çêkirine, kirin hedef.