Aşiya Kovîd-19ê: Li dinyayê ji 4 milyar û 310 milyon dozî zêdetir hat lêxistin

Li dinyayê ji 4 milyar û 310 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin

Aşiya Kovîd-19ê: Li dinyayê ji 4 milyar û 310 milyon dozî zêdetir hat lêxistin

Li tevahiyê dinyayê ji 4 milyar û 310 milyon dozî zêdetir aşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hat lêxistin.

Li gor daneyên "Ourworldindata.org"a daneyên aşiya Kovîd-19ê berhev dike, li Çînê milyarek û 730 milyon doz aşî hat lêxistin.

489 milyon û 342 hezar doz li Hindistanê, 348 milyon û 100 hezar doz li Amerîkayê, 147 milyon û 210 hezar doz li Brezîlyayê, 93 milyon û 750 hezar doz li Almanyayê, 92 milyon û 340 hezar doz li Japonyayê, 85 milyon û 660 hezar doz li Îngiltereyê, 75 milyon û 280 hezar doz li Fransayê, 74 milyon û 634 hezar doz li Tirkiyeyê, 70 milyon û 130 hezar doz li Îtalyayê, 70 milyon û 470 hezar doz li Endonezyayê, 68 milyon û 830 hezar doz li Meksîkayê, 64 milyon û 280 hezar doz li Rûsyayê û 57 milyon û 650 hezar doz li Îspanyayê aşî hat lêxistin.

Li dinyayê aşiya Kovîd-19ê ya li gel xistin ji 4 milyar û 310 milyonî derbas bû.

- Tirkiye di aşiyê da ket rêza 9an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê hetanî niha 74 milyon û 634 hezar û 381 doz aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.

Tirkiye li dinyayê di aşiyê da kete rêza 9an. Li welêt 41 milyon û 377 hezar û 164 kes doza ewil a aşiyê, 27 milyon û 895 hezar û 184 kes doza duduyan a aşiyê bûn.

Li gor agahiyên "Worldometers" daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyan ji 201 milyon û 65 hezarî derbas bû, 4 milyon û 271 kes jî ji ber vîrusê mirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE