Aşiya TURKOVACê li gor CoronaVacê pêketina Kovîd-19ê nêzî ji sedî 50yî kêm kir 

Aşiya TURKOVACê li gor CoronaVacê pêketina Kovîd-19ê nêzî ji sedî 50yî kêm kir 

Zanîngeha Hacettepeyê di encamên berdest ên xebatên Faz-3yê yê berawirdkirî da tesbît kir ku TURKOVACa aşiya xwemalî li gor aşiya CoronaVacê rêjeya pêketina Kovîd-19ê ji sedî 49,29 kêm dike.

Li Kampusa Sihiyeyê ya Zanîngehê encamên berdest ên xebatên klînîkê yên Faz-3yê hatin eşkerekirin. Di xebatan da berawirdî du doz TURKOVACê xurtbûna du doz aşiya CoronaVacê û pêbaweriya wê hat nirxandin.

Endamê Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ya Wezareta Tenduristiyê û Kordînatorê Welêt ê Xebata Faz-3yê ya TURKOVACê Prof. Dr. Serhat Unal got ku ji bo xelasbûna şewba Kovîd-19ê maske, mesafe, tevdîrên paqijiyê û aşîbûn girîng e.

Unal daxuyand, di çarçoveya xebatê da TURKOVAC û aşiya CoronaVacê ya ku fîrmaya Sinovacê çêkiriye, bi hev ra hatin nirxandin û daxuyand ku encamên berdest ji analîzên hetanî 27ê berfanbara 2021ê hatine hildan.

Unal diyar kir ku di çarçoveya xebatên Faz-3yê ya TURKOVAC-CoronaVacê da dildarê ewil di 22yê Hezîranê da hat aşîkirin û hemû daneyên bidestxistî bi rêk û pêk ji Wezareta Tenduristiyê ra hatin parvekirin.

- Ji sedî 73yê dildaran ji mêran pêk hat

Endama Lijneya Rêvebiriyê ya Enstîtuya Aşiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê û Lêkolînera Berpirsiyar a Xebata Faz-3yê ya TURKOVACê Prof. Dr. Mîne Durusu Tanrioverê jî got ku di çarçoveya xebatê da bi testa PCRyê hat piştrastkirin ku aşî li dijî Kovîd-19ê bi tesîr in.

Tanrioverê destnîşan kir ku 1182 kesên emrê wan di navbera 18-55 salan da bi Kovîd-19ê neketine û berê jî aşî nebûne bi dildarî tevlî ceribandina bûn û aşî li wan hat xistin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Tanrioverê got ku ji sedî 73 dildaran mêr û ji sedî 27 jî jin bûn û wiha domand: "Ji dildaran sedî 43 di navbera 40-55an da, ji sedî 38 di navbera 30-39 salan da û ji sedî 19 jî di navbera 18 û 29 salan da bûn."

- "Bi TURKOVACê va rêjeya pêketiyên Kovîd-19ê ji sedî 4,55 e"

Tanrioverê kar û xebatên ji bo rê li belavbûna nexweşiyê bên girtin tên kirin da jî agahî da û got: "Analîzên ji bo rê li nexweşiyê bê girtin û nîşaneyên wê dernekevin holê li ser 1008 dildarî xebat hat kirin. Ji wan kesan bi 68 kesan ra Kovîd-19 hat tespîtkirin. Ji wan 45 kes di koma CoronaVac û 23 kes jî di koma TURKOVACê da bûn. Yanî rêjeya pêketiyên Kovîd-19ê yên CoronaVacê ji sedî 8,96 û ya TURKOVACê ji sedî 4,55 e."

Taqnrioverê destnîşan kir ku TURKOVAC jî herî kêm qasî CoronaVacê bi tesîr û ewle ye û rêjeya pêketina Kovîd-19ê gorî CoronaVacê ji sedî 49,29 e.

Prof. Dr. Mîne Durusu Tanrioverê destnîşan kir ku di mijara parastinê da herdu aşî jî bi rêjeye zêde xwedî tesîr in lê bi kesên CoronaVacê dibin ra hin nîşaneyên nexweşiyê tên dîtin lê bi kesên TURKOVACê li xwe xistine ra ew tunene û bi tenê cihê derzî lê xistine piçekî diêşe.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE