Wezîrê Tenduristiyê Fahretîîn Koca diyar kir ku TURKOVAC a aşiya xwemalî ya Kovîd-19ê li nexweşxaneyên bajêr, nexweşxaneyên lêkolîn û perwerdehiyê di serî da li hemû bajarên welêt êdî tên kirin.
Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam da û got: "Bajarê TURKOVAC neşandibin tuneye. Bila herkes aşî bibe. Em nexweşxaneyên bajêr û nexweşxaneyên lêkolîn û perwerdehiyê di serî da li 81 bajarî ne."