Balafira partiya ewil ya aşiyên vîrûsa koronayê ya nû (Kovîd-19) yên ji Çînê hatin stendin tê da bû gihîşt Türkiyeyê.
Balafira Rêhewaya Türkiyeyê(THY) ya ku hejmara sefera wê "TK 6175" e û tîpa wê "Boeing 777" di saet 05.44an da gihîşt Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê.
Balafir bi saeta Türkiyeyêdi saet 19.50î da ji Pekîna paytextê Çînê rê ket û gihîşt Enqereyê. Rayedaran konteynerên aşî tê da ne yên di hundirê balafirê da birin depoyan.
- 14 rojan wê bên ceribandin
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Balafira ku aşiyên me tîne gihîşt Balafirgeha me ya Esenbogayê. Testên ku wê 14 rojan bên kirin wê li Saziya Cihazên Tibî û Derman a Türkiyeyê dest pê bikin. Piştî ceribandin xelas bûn bernameya aşîkirinê wê heman bi kordînasyona Midûriya Giştî ya Tenduristiya Gel bê çêkirin. Emê bi hev ra bi ser bikevin."
AA