Aşîkirina mamosteyan dest pê kir

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçukê doza ewil ya aşiya Kovîd-19ê bû destnîşan kir ku mamoste dikarin li navendên tenduristiyê aşî bibin.

Aşîkirina mamosteyan dest pê kir

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê aşîkirina mamosteyan ya ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got di nav hefteyên borî da wan lîsteya xebatkarên dibistanan ya ji milyonek û 259 hezarî kesî pêk tê şandiye Wezareta Tenduristiyê.

 Selçuk li Sungurliya navçeya Çorumê li Dibistana Seretayî Arîfegaziyê doza ewil a aşiya Kovîd-19ê bû û piştî wî aşîkirina xebatkarên tenduristiyê dest pê kir.

Wezîr Selçuk got mamoste niha dikarin li vir aşî bibin, lê paşê ew dikarin li navendên tenduristiyê jî aşî bibin.

Selçuk wiha axivî: "Li gor pêvajoya peydakirina aşiyê Wezareta Tenduristiyê plansaziyê dike. Di nav hefteyên borî da me lîsteya xebatkarên xwe yên dibistanan ya ku ji milyonek û 259 hezarî kesî pêk tê şandibû. Hemû welatiyên me di e-Nabizê da an jî peyamşandina ji 2023yê va dikarin agahiyê hildin ku dorê kingê bê wan. Paşê dikarin randevuyê çêbikin û doza ewil ya aşiyê bibin. Di doza duyemîn da jî dîsa heman pergal wê dewam bike."

Perwerdeya rû bi rû

Selçuk got perwerdeya rû bi rû wê di 1ê Adarê da dest pê bike û wiha axivî: "Ya rast em her tim hewl didin dest pê bike. Ji destpêka şewbê vir va hemû dibistanên me li gor standartên Enstîtûya Standartên Tirk amadehiyên xwe kirin. Bi saya hîlberîna lîseyên me yên pîşeyê û navendên perwerdeya gel di alavên paqijiyê û yên din da bêyî ku em zehmetiyekî bikşînin em dikarin vê pêvajoyê bi rê va bibin. Dibistanên me amade ne. Hema bibêje hemû dibistanên me Belgeya Paqijiyê ya Dibistana Min  hildan. Ev bi saya kontroleke ji derva va tê bidestxistin. Dibistanên me yên din jî wê vebin. "AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE