Astengkirina derketina derve ya ku Wezareta Navxweyî di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de li 31 wîlayetan bo 4 rojan ragihandibû qediya.
Astengkirina derketina derve ya ku Wezareta Navxweyî 21ê nîsanê roja sêşembê bi giştnameyekê, digel Zonguldakê li navsînorên 30 wîlayetên di statuya bajarên mezin de Adana, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Erzurum, Eskişehir, Gazîentab, Hatay, Stenbol, Îzmir, Kahramanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekirdag, Trabzon û Wanê, bo 96 ragihandibû, bi saet 00.00ê ve qediya.
- Ji bo 35 hezar û 422 kesan ceza hat dayîn
Di maweya astengkirina derve de ya ji 22yê nîsanê roja çarşembê saet 00.00ê heta 26ê nîsanê roja yekşembê saet 00.00ê ji bo 35 hezar û 422 kesên ku pabendiya rênimayê nekirin karûbarî edlî yaxud îdarî hat kirin.
AA