Atolyeya kevîrên Midyadê

Zanîngeha Artukluyê ji bo çêkirina kevirên navdar atolyeyek vekir

Atolyeya kevîrên Midyadê

Mîdyad ne bi tenê bi dîrok û çanda xwe bi kevirên xwe jî navdar e. demeke dirêj mizgeft, koşk û dêr bi van kevirên navdar dihatin çêkirin. ev kevir êdî wê ji aliyê xwendekarên zanîngeha artuklûyê jî bên çêkirin û neqişandin. ji bo vê jî zanîngehê atolyeyek vekir.

Mîdyada Mêrdînê…Bi dîrok û çanda xwe wek muzeyeke ser vekiriye.

Li navçê, ji koşk û mizgeftan bigrin heta dêr û medreseyên gelek cihên navdar û xweşik hene.

Bi taybetî jî mîmariya wan avahiyan bi kevirên Midyadê xweşiktir dibin.

Li ser her dîwarê dêr, mizgeft û medreseyê kevirên Midyadê hene. Lê êdî kêm kes van keviran çêdikin û dineqişînin.

Ji bona vê yekê zanîngeha Artûklûyê ji bo çêkirina kevirên Midyadê atolyeyek vekir.

Kevirên navdar bi vî awayî êdî ê ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve jî bên çêkirin.

Erd û dîwarên berhemên nû wê bi van keviran bixemilin û kevneşopiya bi sedan salan a Midyadê wê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE