Ji sê devikên bendava Egîlê yek teqiya. Jı ber teqînê, ava çemê dîcleyê zahf rabû û vê yekê tesîr li şetê Cizîrê jî kır.
Li herêmê îsal, baraneke zahf zêde dibare. Loma, yek ji qapaxên bendava li ser Çemê Dîcleyê, xwe li ber avê zêde negirt û teqîya.
Bandora vê yekê li çemên derdorê jî bû. Loma jî ava Şetê Cizîrê jî gelekî zêde rabû.
Şaredarîyê ji ber îxtimala lehiyê çem tevdîr girtin. Lewra av metro û nîvekê zêde bûye.
Gel dibêje piştî gelek salan, ev cara ewil e ava çemê me ewqas zêde bû. Welatî qurm û darên ku avê dan ber xwe digirin, ji xwe re dikin ardû.