Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Navenda Çandê ya Stenbol Ataturkê ku em xîmê wê datînin, li ser 95 hezar û 600 metrekare qada girtî tê çêkirin û ji 5 blokên cuda pêk tê."
Li Meydana Taksîmê Merasima Xîmavêtinê ya Navenda Çandê ya Ataturk hat lidarxistin û Erdogan di merasimê da axivî. Erdogan got ku îro di heyata huner û çandê ya welêt da bi rastî jî gaveke girîng hat avêtin.
Erdogan diyar kir ku ew ê Navenda Çandê ya Stenbol Ataturkê di nava 2 salan da çêbikin û bixin xizmeta hunerhez û hunermendan.
Serok Erdogan diyar kir ku mesrefa Projeya Navenda Çandê ya Ataturk daxistin 850 milyon lireyî û wiha dewam kir: "Projeya Navenda Çandê ya Ataturk ku bedela wê bi temamî 860 milyon lire ye, ji bo Stenbola me û Tirkiyeyê bi xêr be. Navend li ser 95 hezar û 600 metrekare qada girtî tê çêkirin û ji 5 blokên cuda pêk tê. Em ê li şûna Navenda Çandê ya Ataturkê, AVM û mizgeft çêkin. Derewên wisa kirin ku qaşo em ê navê wê biguherînin."
Erdogan li ser bûyerên Geziyê sekinî û wiha dewam kir: "Qaşo yên bi hesasiyeta Navenda Çandê ya Ataturkê va tevdigerin, di Geziyê da Navenda Çandê ya Ataturkê kirin amûr û pê êrîşî demokrasiya me kirin, mal û milkê esnafê me talan kirin û kuçeyên me şewitandin, anîn xwarê. Kesên li dij bûn ku avahiya berê were xerabkirin û şûna wê avahiyeke xweştir, moderntir û ferahtir were avakirin, ne bi hestiyariya çand û hunerî va li gor hişkebaweriya xwe tevdigeriyan. Bi gotina bavû kalan va ev neketibûn peyê ku tiriyan bixwin, ev ketibûn peyê lêdana rezvan."
Erdogan li ser girîngiya navenda çandê sekinî û wiha axivî: "Bînaya ku em ê xîmê wê daynin, ne bi tenê navendeke çandê ye. Ev berhem di heman demê da ji bo dijminên welat û milet ku ev 5 sal e qesdî îradeya gel dikin, dê bibe bersiva herî xweş. Navenda Çandê ya Ataturk wê li hemberî hişmendiya ku bi nirx û baweriyên milet û dîrok û çanda însanê me ra şer dike û hişmendiya jakoben bibe bîrdariya serkeftinê."
Erdogan ragihand ku dîroka vekirina Navenda Çandê ya Ataturk ji 24 mehan daxistin 20 mehan.
Erdogan mizgîniyeke nû da û wiha got, "Ez ji vê derê mizgîniyeke din jî bidim. Em Qişleya Ramî jî dixin pirtûkxaneya herî mezin a Stenbolê."
Serok Erdogan li ser jiyana çand û hunerê ya li Tirkiyeyê sekinî û wiha axivî:
"Êdî tu kes, tu alî wê nikaribin di warê çand û hunerê da welatê me mehkûmî wasatê bike. Kesên ku îstismara huner û hunermendan wek navgîna siyaseta xwe dibînin, wê nikaribin li Tirkiyeyê jiyana çand û hunerê paş bixin."
Erdogan ji bo rakirina KDVya pirtûk û weşanên demkî jî wiha got, "Êdî ji bo pirtûk, kovar û rojnameyan KDV wê tunebe. Vê hefteyê li Meclisê bi qanûnekê ku wê were mizakerekirin va seba pirtûk û weşanên demkî rêjeya KDVyê wê dakeve sifirê, ev sepan him ji bo weşangeran him ji bo firoşkaran wê were berfirehkirin."
AA