Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum der heqê tesbîtkirina avahiyên ku di erdheja Elazığê da xisar hildan da agahî da.
Kurum diyar kir ku jimara avahiyên xerabûyî, avahiyên xisargiran a divê acil werin hilşandin derket 3 hezar û 200î û wiha dewam kir:
"Jimara çaviyên serbixwe jî nêzî 10 hezar û 900î ye. Di nav 3 rojan da em ê ji sedî 90ê Elazığê bibînin û encam û tesbîtê bi dest bixin."
AA