Axaftina Serok Erdogan û  Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Johnson

Serokomar Erdogan bi telefonê digel Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Johnson axivî

Axaftina Serok Erdogan û  Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Johnson

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê bi Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Boris Johnson re axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê di peywendiya Erdogan û Johnson de ya ku mijarên geşepêdana têkiliyên Turkiye-Keyaniya Yekbûyî tê de hatin gotûbêjkirin, mijarên herêmî yên weke pêşhatên Rojhilatê Deryaya Spî û girjiya ku ji ber êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbaycanê çêbû hatin nirxandin.

Erdogan û Johnson di mijara kûrkirin û hêzdarkirina hevkariya di warê berevaniyê de ku di nava herdu welatan de potansiyeleke wê ya mezin heye, mitabiq man.

Serokomar Erdogan di peywendiyê de anî ziman ku helwesta hevseng û bêalî ya Keyaniya Yekbûyî di warê Rojhilatê Deryaya Spî de, ji bo piştevaniya hewlên diyalog û hevkariyê berjewendiyeke hevpar e.

Erdogan behsa pevçûnên ku di encama êrîşên Ermanistanê yên dijî Azerbaycanê de derketin kir û tekezî li wê yekêkir ku ji bo aşitî û îstiqrara herêmê pêdivê Ermenistan ji axa Qerebaxa Jorîn û derdora wê ya ku dagîr kiriye vekişe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE