Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi telefonê digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê di peywendiya Erdogan-Pûtîn de mijarên weke zêdekirina qebareya bazirganî ya di navbera Tirkiye-Rûsyayê de û pêşhatên li Sûriye û Libyayê hatin gotûbêjkirin.
Di peywendiyê de Erdogan îfade kir ku hêvî dikin ew Navenda Hevbeş a ku dê Tirkiye digel Rûsyayê li Qerabaxê ava bike têkeve fealiyetê. Herwiha pêdivê îzin neyê dayin ku aliyê Ermenistanê ji berpirsyariyên xwe yên li gorî peymanê bireve.
Erdogan di peywendiyê de anî ziman ku ew fêm nake ka çima hevserokên din ên Koma Mînskê rexneyê li hewlên aşitiyê digirin.AA