Axaftina Serok Erdogan û Trump

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê axivîn.

Axaftina Serok Erdogan û Trump

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di axaftinê digel mijarên dualî nêrînên xwe yên der barê cinayeta Cemal Kaşikçi, lêpirsînên FETOyê yên ku li Amerîkayê dewam dikin, fealiyetên têkoşîna dijî terorê yên li Sûriyeyê û têkiliyên aborî yên dualî de bi hev re parve kirin.

Erdogan ji bo kesên ku di şewatên daristanê yên li Kalîforniyayê de mirin sersaxî da Trump.

Her du serok mutabiq man ku cinayeta Cemal Kaşikçi ji hemû aliyan ve bê ronîkirin û bila destûr neyê dayîn ku bûyer bê bincilkirin û destnîşan kirin girîng e ku Komara Tirkiyeyê û Amerîka di mijara têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê de hevkariyeke nêztir bikin.

Erdogan û Trump qala kêfxweşiya xwe ya ji ber destpêkirina fealiyetên dewriyeya hevpar a di çarçoveya nexşerêya Minbîcê de kirin û li ser mijara demildest temamkirina pêvajoyê jî axivîn.

Serok Erdogan daxwazên xwe yên der barê dawîlêanîna arîkariyên Amerîkayê yên ji bo şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê kirin.

Her du serok qala girîngiya teqîba mijarên ku di hevdîtina li Fransayê de li serê sekinîn kirin û di mijara di her qadê de bêtir pêşxistina hevkariya di navbera welatên xwe de biryardariya xwe teyît kirin.

Dîroka nûkirinê: 17 Mijdar 2018, 19:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE