Axaftina skandal a namzedê Serokatiya Amerikayê Biden

Biden: Em dikarin piştgiriyê bidin muxalifan û li Turkiyeyê îqtidarê biguherînin

Axaftina skandal a namzedê Serokatiya Amerikayê Biden

Joe Bidenê ku di hilbijartina serokatiyê ya Emerîkayê de reqîbê Trump e, li dijî Turkiyeyê daxuyaniyên skandal dan. Biden got: ‘’ ji bo li Turkiyeyê îqtidar biguhere divê em piştgiriyê bidin muxalifan’’

Joe Bidenê ku di hilbijartina serokatiyê ya Emerîkayê de reqîbê Donald Trump e, di meha Kanûnê de axaftineke skandal kir.

Biden, di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de ji New York Timesê re axivî.

Dema derheqê Turkiyeyê de pir jê hatin pirsin, wî jî mudaxeleyî karên navxweyî yên Turkiyeyê kir û li dijî Serok Recep Tayyip Erdoğan axivî.

Li gorî min divê em bi riyeke cuda li dijî erdoğan tevbigerin. divê em bi zelalî piştgiriyê bidin muxalefeta Turkiyeyê .

Biden behsa politikaya xwe ya li dijî Erdoğan kir û got ‘’ heke ez bêm hilbijartin, ez ê piştgiriyê bidim muxalefetê.’’

‘’Divê em zêdetir piştgiriyê bidin serokên muxalif ên ku dikarin zora Erdoğan bibin. Divê ne bi riya derbeyê bi riya hilbijartinê têk bibin.’’

Her wiha Biden derheqê fealiyetên Turkiyeyê yên li herêmê de jî axivî û got: ‘’ divê em li ser bifikrin ka em çawa dikarin Turkiyeyê îzole bikin’’

Ji bo vê yekê jî got divê em bi welatên hevkar re bên cem hev.

Biden li ser fealiyetên Turkiyeyê yên li Rojhilatê Behra Spî jî axivî.

Di roportajê de metirsiya xwe anî ziman.

Biden got: ‘’ Bi taybetî fealiyetên sondaja petrolê ya li Rojhilatê Behra Spî û gelek meseleyên din hene, divê werin axaftin. Lê belê di vê mijarê de metirsiya min heye.’’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE