Serşêwirmendê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) Bruce Aylward diyar kir, li gor baweriya wan li 92 welatên ku feqîr û dahata wan ne zêde ne, aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) wê di meha sibatê da dest pê bike.
Serşêwirmendê RTDyê Bruce Aylward li Cenevreya bajarê Swîsreyê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got, "Ji 40î zêdetir welêtan vê gavê dest bi aşiya Kovîd-19ê kiriye. Digel vê heta niha aşî li welatên dewlemend hat kirin."
Aylward derheqê 92 welatên ku feqîr û zêde dewlemend nînin û kampanyaya aşîkirina da wê bi pêşengtiya RTDyê were kirin da jî wiha got, "Ez bawer dikim ku em ê di meha sibatê da li van welatan dest bi aşîkirinê bikin."
Aylward daxuyand, ji bo ku li welatên feqîr xebatên aşîkirinê demildest dest pê bike, pêdiviya wan bi tevkariya şirketên ku aşiyê çêdikin ra heye û her wiha pêdivî bi tevkariya darayî û alîkariyê heye.AA