"Azîz kurê min, tu li ku derê bî were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe“

"Azîz kurê min, tu li ku derê bî were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe“

 Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardarî didomînin.

Malbatên ku ji revandin û birina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, ji 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya wan di roja 714em da didome.

Guzîde Demira ku seba Azîzê kurê xwe çalakiyê dike got ku ev du sal in ew li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bendewar in.

Demirê diyar kir ku tu bersiv nedan destê wan û wiha dewam kir, "Bira HDP zarokên xwe bişînin. Çima zarokên me dişînin? Bira kurê min bidin. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim."

Demirê diyar kir ku wan pir êş û elem kişand û wiha bangî kurê xwe kir, "Azîz kurê min, tu li ku derê bî were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe. Hûn hemû zarok destê hev du bigirin û teslîmî hêzên ewlehiyê bibin."

Suleyman Aydinê ku seba Ozkanê kurê xwe çalakiyê dike jî got ku ew ê xwestina ewladên xwe bidomînin.

Aydin diyar kir ku HDPyê ewladê wî jê qetand û wiha got, "HDPyê 6 sal e ku kurê min ji min qetandiye."

Aydin bertek nîşanî HDPyê da û wiha axivî:

"Bawer bikin ku di vê HDPyê da qet wijdan tuneye. HDP carinan dibêje 'Em seba Kurdan têkoşînê didin.' Teqez tiştekî wisa tuneye, derew e. Mala Kurdan xerab dikin. Êş û elemên mezin bi Kurdan didin kişandin. Em li vê derê çi dixwazin? Em ewladên xwe dixwazin."

Aydin bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wiha axivî, "Heke kurê min jî min dibihîze, bira teslîmî hêzên ewlehiyê bibe. Kurê min HDP PKKyê hûn xapandin. Werin teslîmî dewleta xwe bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE