Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Çêkirina Balafirgeha Rîze-Artvînê li ber qedandinê ye, em ê meha bê vekin."
Erdogan li navenda giştî ya partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî ya 153yemîn ya AK Partiyê da axivî.
Serok Erdogan got ku çêkirina Balafirgeha Rîze-Artvînê li ber qedandinê ye, em ê meha bê vekin."
Erdogan der barê guherîna di Qanûna Hilbijartinê da got wê ev herî zêde bi kêrî parlamenterên CHPyê were, lewra ev parlamenter beriya hilbijartinê di sêniyên zêrîn da ji partiyên din ra dihatin pêşkêşkirin.
Serok Erdogan diyar kir bi pêşniyaza Qanûna Hilbijartinê dixwazin rê li ber partiyên tenê li ser tabelayê hene bigirin ku siyasetê manîpule nekin.
Erdogan destnîşan kir CHPyê hin ciyên ku endamên wan dê bihatana hilbijartin pêşkêşî partiyên din dikir û got ku bi pêşniyaza Qanûna Hilbijartinê rê li ber vê sosretê tê girtin.
Serok Erdogan got ku piştî guherîna di Qanûna Hilbijartinê da ji bo beşdarî hilbijartinê bibin wê avakirina koma Meclisê têrê neke, loma jî êdî bi endezyariya siyasî wê kes derbasî partiyeke din nebe.
AA