"Banga 'Ji axa Azerbeycanê vekişe' çêbe em ê çareseriya vê pirsgirêkê bibînin"

"Banga 'Ji axa Azerbeycanê vekişe' çêbe em ê çareseriya vê pirsgirêkê bibînin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Heger ji xeynî banga agirbestê ji Ermenistanê ra jî bibêjin 'Ji axa Azerbeycanê vekişe' wê çaxê em ê bi rastî daxwaza civaka navneteweyî ya ji bona çareserkirina vê pirsgirêkê bibînin."

Mevlut Çavuşoglu û Wezîra Karên Derva ya Swêdê Ann Lînde piştî hevdîtina li Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir bangên civaka navneteweyî ya ji bona agirbesta li Qerebaxa Jorîn maqûl dibînin û wiha got: "Heger ji xeynî banga agirbestê ji Ermenistanê ra jî bibêjin 'Ji axa Azerbeycanê vekişe' wê çaxê em ê bi rastî daxwaza civaka navneteweyî ya ji bona çareserkirina vê pirsgirêkê bibînin."

Wezîra Karên Derva ya Swêdê Lîndeyê jî got ku li Qerebaxa Jorîn her çiqas agirbest hebe jî em ji ber pevçûnên didomin di nav fikarê da ne û ez dixwazin (ji terefan) ku pevçûnan bidin sekinandin û li hev bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE