Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) destnîşan kir ku bi fikareke mezin pêşhatên li Qazaxistanê tên şopandin û bangawaziya sukûnetê û dawîlêanîna şîdetê kir.
Di daxuyaniya THÎyê de wiha hat gotin, "Sekretertiya THÎyê bi fikareke mezin pêşhatên li Komara Qazaxistanê dişopîne û ji ber wan bûyerên ku bûne sedema mirinan û zirardîtina malên kamûyê xemgîn."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sekretertiya THÎyê bangawaziya îtîldal, sukûnet û dawîlêanîna bûyerên şîdetê dike. THÎ di warê yekparçeyiya axa Qazaxistanê, asayiş û istiqrara wî welatî de palpiştê Qazaxistanê ye.
AA