Bankeya Navendî qederek tedbîr ragihandin

"Ji aliyê Bankeya Navendî va dê di çarçoveya derfetên amade yên wadeya bi roj û wadeya bi şev da hemû lîkîdîteya ku pêwîstiya bankeyan pê heye, were dabînkirin"

Bankeya Navendî qederek tedbîr ragihandin

 Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (BNKT) ji bo xurtkirina îstiqrara fînansî û qewînkirina kargeriya piyaseyan di warê pereyê Tirk û rêveberiya lîkîdîteya dovîzê da tedbîr wergirt.

BNKTyê der heqê piyaseyên fînansî da daxuyaniya çapemeniyê belav kir.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji aliyê Bankeya Navendî va dê di çarçoveya derfetên amade yên wadeya bi roj û wadeya bi şev da hemû lîkîdîteya ku pêwîstiya bankeyan pê heye, were dabînkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Lîmîtên depoya dovîza temînatê yên ku banke dê ji bo miemeleyên lireyê Tirk biemilînin, ji asta 7,2 milyar ewroyî derxistin asta 20 milyar ewroyî. Wekî ku di metnê Polîtîkaya Pere û Kurê ya Sala 2018an da jî heye, ji xeynî îhaleyên repoyê ku hefteyek wadeya wê heye, heger pêwîst bike dê bi rêbaza kevneşopî va îhaleya repoya bi wade ya heta 91 rojan û herwiha îhaleya firotina depoyê were vekirin."

Ji aliyê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (BNKT) va ji bo berpirsiyariyên din ên pereyên biyanî, rêjeyên beramberiya mecbûrî yên wedeyên heta 1,2 û 3 salan 400 pûanê bingehîn hat daxistin.

Di daxuyaniya BNKTyê da hat ragihandin ku ji bo xurtkirina kargeriya piyaseyên fînansî û sistkirina rêvebirina lîkîdîteyan a ji bo bankeyan, di pişkên hemû wedeyan ên rêjeyên beramberiya mecbûrî ya lireyê Tirk da 250 pûanê bingehîn hat daxistin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku rêjeyên beramberiya mecbûrî yên wedeyên ku ji bo berpirsiyariyên din ên pereyên biyanî hatine destnîşankirin jî 400 pûanê bingehîn hat daxistin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku derfeta tesîsa navînî ya herî jor ya ji bo berpirsiyariyên pereyên biyanî jî derxistin ji sedî 8an û wiha hat gotin, "Bi guhertinê va dê qasî 10 milyar TL, 6 milyar dolarê Amerîkayê û lîkîdîteya di cinsê zêr da ya bi qasî 3 milyar dolarê Amerîkayê ji pergala fînansî ra were dabînkirin." AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE