Banqeya Navendî ya Rûsyayê ragihand ku xebitandina Visa û Mastercardê dê li Rûsyayê bi awayekî asayî bidome.
Di daxuyaniya nivîskî ya Banqeya Navendî ya Rûsyayê da hat destnîşankirin, li welêt miemeleyên bi Visa û Mastercardê tên kirin bi Pergala Neteweyî ya Qartê Peredayînê va tên kirin û lewma ne di bin bandora mueyîdeyan da ye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, bi kartên navborî va li Rûsyayê miemeleyên bi ATM, peredayîn û peretransferkirin dê bidome û wiha hat gotin, "Qartên Visa û Mastercardê yên ku ji hêla banqeyên Rûs hatine dayîn dê heya dîroka emilandina dawîn bi awayî asayî bên emilandin."
Di daxuyaniyê da her wisa hat gotin ku bi Visa û Mastercardê va transfera pere bo dervayî welêt dê neyê kirin û lewma jî ji bo malperên danûsitandinê yên li dervayî welêt jî miemeleya peredayînê dê ne mumkin be.AA