Barzaniyê Serokê berê yê HKIyê: "Iraq û herêm li ber teqînê ye"

Barzanî destnîşan kir ku bi taybetî Iraq bi gelemperî jî herêm li ber teqînê ye û wiha axivî: "Haya herkesî ji vê xetereyê heye. Di rewşeke wiha da ji bo çareseriyê divê ji hestewariyê dûr bi aqil û mentiqê tevbigerin."

Barzaniyê Serokê berê yê HKIyê: "Iraq û herêm li ber teqînê ye"

Mesûd Barzaniyê Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) destnîşan kir ku rewşa li Iraq û herêmê li ber teqînê ye û diyar kir bifikar in ku welêt ber bi şerê wekaletê û dahatûyeke nediyar va kaş bibe.

Barzaniyê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) der barê rageşiya li herêmê ya piştî Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê û Ebu Mehdî Mihendisê Alîkarê Serokê Heşda Şabiyê di êrîşa asîmanî ya Amerîkayê da hatin kuştin da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Barzanî destnîşan kir ku bi taybetî Iraq bi gelemperî jî herêm li ber teqînê ye û wiha axivî: "Haya herkesî ji vê xetereyê heye. Di rewşeke wiha da ji bo çareseriyê divê ji hestewariyê dûr bi aqil û mentiqê tevbigerin."

Barzanî bal kişand ku halê hazir rewş gelekî aloz e û daxuyaniya xwe wiha domand: 

"Aliyên ku berpirsyarî hîs dikin divê çareseriyeke maqul derxînin holê û bi awayekî ku ji bo berjewendiyên herkesê be bi aqilane tevbigerin. Heke di vê çarçoveyê da pêvajoyeke çareseriyê bidin destpêkirin em di mijara piştgirîdayînê da tu tiştê kêm nakin. Em ne ligel wê ne ku welêt bikêşin nav şerê wekaletê û ber bi dahatûyeke nediyar va bê kaşkirin."

- Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê di êrîşa Amerîkayê da hatibû kuştin

Hêza Qudsê ya ku operasyonên eskerî-îstixbarî yên Pasdarên Îranê li dervayî welêt dike wekî yek ji rêxistinên îstixbaratê yên herî xurt ên herêmê tê zanîn. Hêza Qudsê rasterast girêdayî Elî Xamneyiyê rêberê dînî yê Îranê ye.

Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî û 9 kesên pê ra di 3yê kanûna paşîn da li Bexdayê di êrîşa asîmanî ya Amerîkayê da hatibû kuştin.

Xamneyî daxuyaniya xwe ya piştî bûyerê da gotibû ku "Bi çûyîna wî karê ku ew dike dê neyê rawestandin û rêya wî neyê girtin. Ewdeke giran li benda sûcdaran e."

Parlementoya Îranê îro pêşnûmaya ku artêşa Amerîkayê wekî "terorîst" pênase dike qebûl kiribû.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE