Baxçeyên zerdeliyan bi "xêliya sipî" ziyaretvanan şaş û metel dihêlin

Li bajarê di salê da lê 40 hezar ton zerdelî tên komkirin bi hatina biharê daran kulîlk vekir

Baxçeyên zerdeliyan bi "xêliya sipî" ziyaretvanan şaş û metel dihêlin

 Baxçeyên zerdeliyan ên li Igdira ji bajarên herî zêde lê zerdelî hêşin dibin daran kulîlk vedan û dîmenên xweşik derxistin holê.

Li bajarê di salê da lê 40 hezar ton zerdelî tên komkirin bi hatina biharê daran kulîlk vekir.

Baxçeyên li quntara Çiyayê Agiriyê bi kulîlkan çîl û sipî bûn, merivan şaş û metel dihêlin.

Kulîlkên sipî ji gelê herêmê û ziyaretvanan eleqeyeke mezin dibînin.

Dîmenên bêhempa wekî karpostalan xanê dikin.

Îlterîş Kagan Taşkinsuyê welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kesên cara ewil van baxçeyan dibînin û li ber van dîmenan şaş û metel dimînin.

Taşkinsu wiha axivî: "Baxçeyên zerdeliyan biharê kulîlkan vedikin û dîmenên xweşik derdixin holê. Her sal tebîethez, wênekêş, turîst û bûk û zava tên van deran digerin û dîmenan dikişînin."

Taşkinsu diyar kir ku baxçe eleqeyeke mezin dibînin û wiha pê da çû: 

"Kesên tên vê derê wêneyan dikişînin. Hin kesên bi teyareyan tên jî ji hewayê baxçeyan dibînin û piştî li Îdirê digerin jî diçin dîtina baxçeyan, wêneyan dikişînin. Bi hatina biharê qerebalixiyeke mezin li baxçeyan çêdibe."

"Wêne gelekî tên ecibandin"

Mert Ekmekçiyê li baxçeyan wêneyan dikişîne jî got: "Ez di hin demên salê da têm li vê derê wêneyan dikişînim û li ser medyaya civakî yan jî platformên din parve dikim. Em dikarin ji bo van baxçeyan bêjin neteweyî û navneteweyî rûyê danasîna Îdirê ne. Wêneyên van baxçeyan gelekî tên ecibandin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE