BBCyê negot "teror", Daily Mirrorê terorîst kir "zarokê milyaket"

Dezgeha weşanê ya Îngiliz BBCyê ji bo qetlîama li Zelandaya Nû ku tê da 50 Misilman hatin kuştin, îfadeya "êrîşa terorê" neemiland û herwiha rojnameya Daily Mirrorê jî ji bo terorîstê ku wêneya zaroktiya wî weşand, got "zarokê milyaket".

BBCyê negot "teror", Daily Mirrorê terorîst kir "zarokê milyaket"

Dezgeha weşanê ya Îngiliz BBCyê ji bo qetlîama li Zelandaya Nû ku tê da 49 Misilman hatin kuştin, îfadeya "êrîşa terorê" neemiland û herwiha rojnameya Daily Mirrorê jî ji bo terorîstê ku wêneya zaroktiya wî weşand, got "zarokê milyaket".

Hin dezgehên weşanê yên Îngiliz, di nûçeyên xwe yên der heqê êrîşa terorê ya dijî du mizgeftên li Zelanda Nû da ji nûçeyên xwe yên der heqê êrîşên terorê yên li Ewropayê da zimanekî cudatir emilandin.

Dezgehên weşanê yên sereke yên dinyayê, nûçeyên der heqê êrîşê da bi sernavê êrîşa terorê parve kirin, lêbelê BBCyê nûçeyên der heqê qetlîamê da bi tenê bi îfadeyên "êrîşa biçek" an jî "êrîşa mizgeftê li Zelanda Nû" va ragihand.

BBCyê ji bo êrîşa terorê ya Londonê ya ku 22yê Adara 2017an hat kirin û 6 kes hatin kuştin, îfadeya "terorê" emiland. Lêbelê heman BBCyê ji bo qetlîama ku tê da 49 Misilman hatin kuştin, negot "êrîşa terorê".

- Li hemberî BBCyê bertek

Balyozê Îranê li Londonê Hemîd Baîdînecad di daxuyaniya xwe ya ji ser medyaya civakî da wiha got, "Ji bo rêbeverên BBCyê, êrîşa bi kêrê ya li Londonê dibe êrîşa terorê, lêbelê qetlîama li Zelanda Nû bi tenê êrîşek e."

Wezîrê Mafên Mirovan ê Pakistanê Şîrîn Mezarî jî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir:

"Ez vêga BBCyê temaşe dikim, lêbelê peyamnêrê BBCyê yê li Awistiralyayê di nûçeya xwe ya der heqê êrîşa terorê ya li Zelanda Nû da îfadeya 'terorîzmê' naemilîne ku ez ji ber vê yekê şoq bûm. Şûna wê, jê ra dibêjin kuştina komî. Sosret. Ligel ku gelek eşkere ye ku ev yek, êrîşa terorê ye. Lêbelê ew hê jî peyva 'terorîzmê' naemilînin. Gelo çima?"

- Ji bo terorîst got "zarokê milyaket"

Rojnameyeke din a Îngilizan a ku balê kişand jî Daîly Mîrror bû.

Rojnameyê di nûçeya xwe da serenava "Di mizgeftan da komkujî" bi kar anî û di rûpela ewil da wêneyê terorîst Brenton Tarrant ê di hembêza bavê xwe da ye weşand û wiha got "zarokê milyaket ê ku bû komkujerekî rastgir ê radîkal ê şeytanî."

Di nûçeyê da axaftinên hevalên Tarrant hatin weşandin û hat gotin ew rahênerekî xwînşêrîn bû ku bêpere werzişê hînê zarokan dikir, lê di salên dawîn da hin ger û seyahat bûsedem ku ew biguhere.

Rojnameyê ji bo komkujiyê peyva "teror"ê bi kar anî, lê bi wêneyê zarokatiyê yê terorîst va hewl da ku mijar şêlû bibe.

Kesekî bi navê Matt Waîn li ser Twîtterê got dema li Amerîkayê êrîşî klubeke şevê hatibû kirin heman rojnameyê ji bo êrîşkar "cinûyê DAEŞî" bi kar anîbû û bal kişande cudahiya di navbera herdu nûçeyan.

Kesekî din ê bi navê Adam Walker jî got rojname li gor nirxên etîkê tevnagere.

- Çapemeniya Fransayê jî negot "teror"

Rojnameyên li Fransayê jî ji bo êrîşên li Fransayê diqewimin peyva "teror"ê bi kar anîn, lê ji bo bûyera Zelandaya Nû ev peyv bi kar neanîn.

Rojnameya Le Fîgaroyê ji bo êrîşa li Parîsê ya ku di 13ê Mijdara 2015an a ku 130 kes mirîbûn gotibû êrîşa terorê, lê ji bo êrîşa mizgeftan a ku Misilman hedef hatin girtin negot êrîşa terorê.

Rojnameya Le Parisienê jî negot êrîşa terorê.

Li bajarê Christchurcha Zelandaya Nû pêr di wextê nimêja înê da 10 deqîqe li pey hev, li dijî du mizgeftan êrîşa terorê hatibû kirin û 50 kes hatibûn kuştin. Serokwezîra Zelandaya Nû Jacînda Ardern û Serokwezîrê Avustralyayê Scott Morrison êrîş wek bûyera terorê bi nav kiribûn.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE