"Bedela wê çi dibe bira bibe em ê vê korîdora terorê xerab bikin"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Tirkiye wê ji bo teşekula terorê ya li kêleka sînorên xwe çavên xwe negre, razî nebe. Bedela wê çi dibe bira bibe em ê vê korîdora terorê xerab bikin."

"Bedela wê çi dibe bira bibe em ê vê korîdora terorê xerab bikin"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ew ê korîdora terorê ya li kêleka sînorê Tirkiyeyê xerab bikin.

Serok Erdogan di mitînga li Meydana Burdurê hat lidarxistin da xîtabî gel kir.

Erdogan bal kişand ser têkîliyên dualî yên di navbera dewletan da û got: "Li vê herêmê yên ku li dijî Tirkiyeyê ne na, tenê ku Tirkiyeyê didin cem xwe qezenc dikin."

Serok Erdogan ragihand ku ew li hemberî rêxistinên terorê bi tu awayê paşve gav navêjin û wiha pê da çû: "Tirkiye wê ji bo teşekula terorê ya li kêleka sînorên xwe çavên xwe negre, razî nebe. Bedela wê çi dibe bira bibe em ê vê korîdora terorê xerab bikin."

Ji axaftina Serok hin sernavên derketin pêş ev in:

"Weke ku soz hat dayîn em li bendê ne ku Minbiç demildest ji mensûbên rêxistina terorê were paqijkirin û rêvebiriya wê ji gelê herêmê ra were hiştin.

Mesele meseleya Sûriyeyê nîne, meseleya beqaya Tirkiye û miletê Tirk e. Dema ku mijar îstiqbala me be çavê me kesî nabîne.

Yên ku alîkariyê didin rêxistinên terorê di rastiyê da ewlekariya xwe dixin xetereyê. Çawa ku em ewlekariya mitefiqên xwe dixwazin, herwisa ji bo ewlekariya xwe jî çi bivê em ê bikin.

Îro nebe sibê, sibê nebe dusbe, lê em ê miheqeq di demeke nêz da derbeyeke giran li vê teşekula terorê bixin.

Yên ku ji bo ewlekariya xwe bi hezaran kîlometre rê tên û operasyonê dikin, xwe heq dibînin. Ê min 911 kîlometre sînorê min heye, ez her wext di bin gefê da me û ez ê midaxale nekim. Tiştekî wiha kê dîtiye?

Hûn ê rabin 22 hezar, 23 hezar tir çek li ser Iraqê ra ji terorîstan ra bînin, alav bînin. Ez ê bi perê xwe ji te bixwazim tu yê nedî min. Lê tu yê bê pere bidî wan. Ev tifaqeke çawa ye, ev şirîkatiyeke çawa ye, ev çawa hevalbendiya NATOyê ye?

Em Gola Saldayê wekî herêma parastina jîngehê radigihînin û em li qeraxê wê jî baxçeyê gel ê 300 hezar metrekareyî ava dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE