Bekîr Pakdemîrliyê Wezîrê Çandinî û Daristanan diyar kir ku di çarçoveya belavkirina piştgiriya cotkariyê da ew ê îro dest pê bikin, 420 milyon û 412 hezar û 658 lireyî razînin hesabê cotkaran.
Pakdemîrlî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û diyar kir ku di çarçoveya belavkirina piştgiriya dexl û den û garisan da ew ê 57 milyon û 892 hezar û 611 lireyî li 18 hezar û 787 cotkarên li Adiyeman, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Edirne, Îzmir, Qereman, Qirşehir, Manisa, Nevşehir, Samsun, Sêwas, Uşax û Yozgatê belav bikin.
Pakdemîrliyê Wezîr der barê piştgiriyên werin belavkirin ên din da jî wiha got:
"Di çarçoveya Tazmînata Şitilkirina Çayê da li 184 hezar û 894 kesî 302 milyon û 215 hezar û 668 lire, di çarçoveya Mesrefa Şitilkirina Çayê da li 4 bajaran 4 milyon û 353 hezar û 78 lire, di çarçoveya piştgiriya Karantînaya Nebatan da li 600 saziyan 24 milyon û 251 hezar lire, di çarçoveya piştgiriya Ar-Geyê da li 48 projeyan 8 milyon û 26 hezar lire, di çarçoveya Piştgiriya Pêşxistina gundan da li 17 bajaran li 30 kesî 20 milyon û 349 hezar û 301 lire, di çarçoveya piştgiriya Parastina Çavkaniyên Genetîk ên Heywanan da li 10 projeyan 3 milyon û 325 hezar lire bi tevahî 420 milyon û 412 hezar û 656 lire piştgiriyê ji îro pê va li cotkarên me were belavkirin. Ji hemû cotkarên me ra bi xêr be."
AA