Belgefîlma Dozgerek Şehîd: Mehmet Selîm Kîraz

Belgefîlm di 30ê adarê roja şemiyê saet 18.35an da wê li TRT Kurdiyê bê weşandin.

Belgefîlma Dozgerek Şehîd: Mehmet Selîm Kîraz

Belgefîlma jiyana dozgerê Komarê yê Stenbolê Mehmet Selim Kîrazê ku dema li ser wezîfeya xwe bû hatibû şehîdkirin, hat kişandin.

Jiyana Dozgerê Komarê yê Stenbolê şehîd dozger Mehmet Selim Kîraz di 4emîn salvegera mirina wî de bû belgefîlm. TRT Kurdiyê fîlma jiyana dozgerê şehîd çêkir.

Belgefîlm bi zimanê Kurdî û Tirkî bi navê "Dozgerê Şehîd" hat çêkirin. Di fîlmê da endamên malbatê û hevalên wî behsa jiyana wî dikin.

- Hin sahneyên fîlmê li gundê wî hatin kişandin

Sahneyên belgefîlmê yên ewil li Kayabogaza gundê Sêrtê yê ku dozger lê hatibû dinyayê hatin kişandin. Fîlm piştra li Mêrsîn, Enqere û li Stenbolê hat temamkirin

Di belgefîlmê da hevpeyvîna bi Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul ra hatibû kirin jî cî digire.

Derhêneriya belgefîlmê Halîl Aygun kir. Belgefîlm di 30ê adarê roja şemiyê saet 18.35an da wê li TRT Kurdiyê bê weşandin.

Versîyonên belgefîlmê yên bi Kurdî û Tirkî jî wê di 31ê Adarê 2019an şûn da li ser kanala Youtubê ya TRT Kurdiyê were nîşandan.

Dîroka nûkirinê: 30 Adar 2019, 16:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE