Berdevkê Serokkomariyê Kalin bersiv da Biden

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin: "We dikaribû ji Ermenistanê jî bixwasta ku dagirkeriyê bisekinîne?"

Berdevkê Serokkomariyê Kalin bersiv da Biden

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin derheqê gotinên ku namzedê serokatiyê yê Amerîkayê Joe Biden li ser Qerebaxa Çiyayî di medyaya civakî da parvekirin da bertek nîşan da û wiha got, "We dikaribû ji Ermenistanê jî bixwasta ku dagirkeriyê bisekinîne? An wê yê tenê xwe li ber kampanyayên reşkirinê yên lobiya Ermeniyan biçemanda?"

Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da Biden û wiha got, "Li Qerebaxa Çiyayî û derdora wê kuştî zêde dibin. Divê rêvebiriya Trump bangî pêşengên Ermenî û Azerî bike ku demildest rageşiyê kêm bikin. Her wiha ji welatên weke Tirkiyeyê daxwaz bike ku li derveyî vê pevçûnê bimînin."

Kalin bi pirsên "We dikaribû ji Ermenistanê jî bixwesta ku dagirkeriyê bisekinîne? An hûn ê tenê teslîmî kampanyayên reşkirinê yên lobiya Ermeniyan bûbûna?" bersiv da Biden.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE