Berdevkê Serokkomariyê Kalin bertek nîşanî Netanyahu da

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Netanyahu piştî ku der heqê Ereb û Misilmanan da daxuyaniyên nijadperest da û xwe îfşa kir, loma êrîşî Serokomar Erdogan dike"

Berdevkê Serokkomariyê Kalin bertek nîşanî Netanyahu da

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bertek nîşanî gotinên ku Serokwezîrê Îsraîlê ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, da û wiha got, "Derew û zext wê sûcên we nenixume."

Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û bertek nîşanî gotinên ku Netanyahu ji bo Erdogan gotin, da.

Berdevkê Serokomariyê Kalin wiha got:

"Netanyahu piştî ku der heqê Ereb û Misilmanan da daxuyaniyên nijadperest da û xwe îfşa kir, loma êrîşî Serokomar Erdogan dike. Dewleta apartheidê ya ku ew bi rê va dibe, axa Filistînê îşxal dike, jin û zarokan dikuje, Filistîniyan li ser axa wan mehkûm dike. Derew û zext wê sûcên we nenixume."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE