Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji ber nivîseke ku di kovara Newsweekê ya li Amerîkayê weşanê dike da hatibû weşandin bertek nîşan da û diyar kir ku ew yek ji wan nivîsên herî xerab ên der barê Tirkiyeyê da yek bû.
Kalin ji ser hesabê xwe yê Twîtterê bo weşana Newsweekê got: "Propagandaya FETO û PKKya rêxistinên terorê rastî û paranoyayên wan hatine analîzkirin û wisa hatine pêşkêşkirin."
Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir ku ew yek ji wan nivîsên herî xerab ên li ser Tirkiyeyê ye û wiha pê da çû: "Hilbijartina 24ê hezîranê jî derbas bû û gelo Newsweek niha jî ji bo derbeyeke nû ya li Tirkiyeyê bangewaziyê dike?"AA