"Berdêla destekên bi Mertalê Îstiqrara Aboriyê hatine eşkerekirin 200 milyar lire ye"

Erdogan: "Di çarçoveya Mertalê Îstiqrara Aboriyê da hetanî îro me qasî 200 milyar lireyî piştgirî eşkere kir. Li Tirkiyeyê hetanî îro herî zêde vê carê alîkariyeke wiha didin sektora reel û kesên dahata wan kêm in."

"Berdêla destekên bi Mertalê Îstiqrara Aboriyê hatine eşkerekirin 200 milyar lire ye"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di çarçoveya Mertalê Îstiqrara Aboriyê da hetanî îro me qasî 200 milyar lireyî piştgirî eşkere kir. Li Tirkiyeyê hetanî îro herî zêde vê carê alîkariyeke wiha didin sektora reel û kesên dahata wan kêm in."

Erdogan bi vîdeo konferansê di civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got ku em ê qasekê jî li ber xwe bidin û peyra wê rojên xweş werin û wiha dewam kir: "Dema ku me tevdîrên şewbê li gor teqwîma ku me diyar kiriye bi merhele rakin înşeallah dê li welatê me çerxên hilberînê dîsa tam di leza xwe da bizivirin, kasayên gel û dewleta me dîsa dê tijî bibin."

Erdogan diyar kir guherîna li dinyayê nîşan dide ku li ber welatê wan deriyên nû û bi rastî jî derfetên mezin vedibin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir sipasiya 83 milyon welatiyên xwe dikim ku di vê maweya zehmet da guh dan tevdîran û piştgirî dane wan û wiha got: "Her pirsgirêk, tengasî, tehdîdê ku welatê me rû bi rû dimîne nîşan dide ku AK Partî ji bo hildana vê berpirsyariyê bê alternatîf e."

Erdogan destnîşan kir di heyama pêş da jî wê hewl bidin cihê xwe yê mumtaz ya di dilê gelê xwe da ya ku hêza wan ya herî mezin e, xurt bikin û wiha axivî: "Em dizanin heke em di vê pêvajoyê da fedakariyê nekin û em bi welatên din ra hevdem şewbê li dû xwe nehêlin em ê berdêleke girantir bidin."

Serokomar Erdogan got ku her qurişekî ku ji bo pêşketin, aramî, ewlehî û îstiqbala vî miletî tê xerckirin tê wê wateyê ku çûye ciyê rast.

Erdogan di berdewamiyê da wiha peyivî: "Di çarçoveya Mertalê Îstiqrara Aboriyê da hetanî îro me qasî 200 milyar lireyî piştgirî eşkere kir. Li Tirkiyeyê hetanî îro herî zêde vê carê alîkariyeke wiha didin sektora reel û kesên dahata wan kêm in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE