"Berevajîkirina dîrokê rû dide Ermeniyên tundraw"

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Altun ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê mijarê da peyamek bi zimanê Îngilîzî weşand.

"Berevajîkirina dîrokê rû dide Ermeniyên tundraw"

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun serbest hiştina terorîstê Ermenî yê ku li Amerîkayê Serkonsolosê Los Angelesê yê Tirkiyeyê şehîd kiribû rexne kir û got ku biryarên der barê berevajîkirina bûyerên dîrokî da rû dide wan kesên alîgirên tundrewiyê ne.

Altun ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê mijarê da peyamek bi zimanê Îngilîzî weşand û bûyera ku li Amerîka hin komên Ermenî yên tundraw alaya Azerbeycanê bi peykerekî va kiribûn û ew darda kiribûn bi bîr xist û got ku ew çalakî awayek eşkere gefan li Azerbeycaniyan dike û ev yek jî encama berevajîkirina dîrokê ye.

Fahrettîn Altun di peyama xwe da wiha got: "Terorîstê Ermenî Hampig Sasunyanê ku di sala 1982an da Serkonsolosê Los Angelesê yê Tirkiyeyê şehîd kiribû meha borî serbest ma. Me gotibû ku ev kujerên hanê dema bê ceza bimînin ev yek ji bo alîgirên tundrewiyê wê bibe sedema ji rû derketinê.

Berevajîkirina dîrokê rû dide Ermeniyên tundraw ên ku gefan li Azerbeycaniyên Amerîkayê dijîn. Em ji ber vê tundrawiyê bi fikar in û li hemberî hemû gefan jî piştevanê Azerbeycanê ne. Bang li meqamên Amerîkayê dikin ku bila ji bo vê yekê gavekî biavêjin. Pêşangeha me ya der barê dîplomatên me yên ku terorîstên Ermenî şehîd kirine jî heta 1ê Gulanê li Los Angelesê wê vekirîbe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE