''Beriya her tiştî CHPyê şîrazeya xwe wenda kiriye''

''Beriya her tiştî CHPyê şîrazeya xwe wenda kiriye''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Ji xeynî Çînê bi Rûsyayê ra jî hevdîtin tên kirin. Di vê mijarê da ji bona şexsê min jî di warê aşîbûnê da tu pirsgirêk tuneye."

Erdoganê nimêja înê li Mizgefta Mezin ya Ayasofyayê kir piştî nimêjê daxuyanî da rojanmevanan.

Serok Erdogan der barê daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu yên di Koma Meclisê ya CHPyê da wiha got: "Divê fêr bibe ku li vî welatî meriv bi Serokkomar û meqama Serokkomariyê ra çawa diaxive û çawa peyamê dide."

Erdogan ji bona daxuyaniyên Kiliçdaroglu got wekî kesê ku niha li meqama Serokkomariyê rûniştiye beriya her tiştî ji bona gotinên wî yên rexne nînin û gihîştine asta heqaretê li gor şert û mercên hiqûqê helbet lazim e ji vî şexsî hesab bê pirsîn.

Serok Erdogan diyar kir beriya her tiştî şîrazeya Partiya Gel ya Komarê wenda bûye û wiha axivî: "Bi hişmendiyeke siyasî ya ji şîrazeyê derketiye CHPyê îstiqameta xwe wenda kiriye. Piştî vê seetê jî zehf zehmet e ku bikeve îstiqameta xwe."

Erdogan li ser pirsa der barê aşiyê û aşîbûnê da wiha got: "Ji xeynî Çînê bi Rûsyayê ra jî hevdîtin tên kirin. Di vê mijarê da ji bona şexsê min jî di warê aşîbûnê da tu pirsgirêk tuneye."

Serok Erdogan li ser pirsa der barê Emmanuel Macronê Serokkomarê Fransayê da jî wiha peyivî: "Macron û Fransa di heyameke xeternak da ne. Hêviya min ew e ku Fransa zûtir ji belaya Macron xilas bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE