Bernameya weşana zindî ya hevpar a Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim û Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu ku ji bo hemû kanalan vekirî ye, wê di 16ê hezîranê da were kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahir Unal û Cîgirserokê Koma CHPyê Engîn Altay li baxçeyê Qesra Kongre û Pêşandanê ya Lutfu Kirdarê civîna çapemeniyê li dar xist û paşê metna hevpar a îmzekirî li rojnamegeran hat belakirin.
Di metnê da wiha hat gotin:
"Namzedê Tifaqa Cumhur Bînalî Yildirim û namzedê Tifaqa Millet Ekrem Îmamoglu wê 16ê hezîrana 2019an roja yekşemê di saet 21.00î da di weşana zindî da werin cem hev.
Weşana zindî wê wek weşana hevpar were kirin û seba hemû qanalan vekirî be.
Moderatoriya weşana zindî Îsmaîl Kuçukkaya wê bike.
Moderator wê ji namzedan qasî hev pirsan bipirse û bi qasî hev demê bide wan.
Weşana zindî wê li Qesra Kongre û Pêşandanê ya Lutfu Kirdarê were kirin û ekîbeke hevpar ên ku AK Partî û CHP wê wezîfedar bike, wê weşanê bike."
AA