Tirkiyeyê daxuyaniya Parlamentoya Portekizê ya li ser bûyerên 1915an dabû red kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat gotin ku, "Em daxuyaniya ku Parlamentoya Portekizê di 26ê nîsana 2019an da weşand ya li ser bûyerên 1915an red dikin. Nêrînên ku dîrokê siyasî dikin, hiqûqa navneteweyî, hiqûqa Ewropayê binpê dikin tu carî nayên qebûlkirin."
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin hêvî ew e ku Parlamentoya Portekizê ji bo karên xwe yên navxweyî rastiyên dîrokê berevajî neke, di dewsa vê da rêzê nîşanî qeydên arşîvê û hiqûqê bide.